Kuweyt: “21 İHA û 4 fuzeyên îranê yên ketin seha me, me wan îmha kir”

Kuweyt: “21 İHA û 4 fuzeyên îranê yên ketin seha me, me wan îmha kir”

PeyamaKurd – Wezareta bergiriya Kuweytê ragihand ku sîstema bergiriya Kuweytê 21 balafirên bêmirov (İHA) û 4 fuzeyên ku ji Îranê şandine ser wan, îmha kirine, di êrîşan de kes nemiriye lê zerara maddî çêbûye.

Berdevkê wezaretê Albay Suud el-Atwan, di civîna çapemeniyê de li ser êrîşên Îranê agahiyan da. El-Atwan got ku di êrîşan de Îran tesîsên girîng kiriye hedefa xwe lê ji bilî zerara maddî ti zerarekî dinê nebûye.