PeyamaKurd – Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, 45 koçber ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatin desteserkirin.
Li gor Parêzgariya Bedlîsê diyar kir, li navenda parêzgehê di hundirê kamyonetekê de 45 koçber û şofêrê kamyonetê bi tohmeta ku di veguhestina koçberan de bûye hevkar, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine desteserkirin.
Herwiha daxuyaniya Parêzgariya Bedlîsê destnîşan dike, şofêrê gumanbar piştî bidawîbûna karûbarên yasayî li asayîşa bajêr, bo dadgehê tê şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin