PeyamaKurd- Bo belavkirina xelata nivîskarê Tirkiyê Necip Fazil Kısakürek li Îstenbolê merasimeka çandî hat lidarxistin. Xelata helbestê hat dayîn bo helbestvan İbrahim Tenekeci. Ya romanê dan Cemal Şakar, ya fikr û lêpirsînê dan Prof. Dr. Mehmet Akif Aydın û Dr. Coşkun Yılmaz.
Erdoğan xelata helbestê bi destê xwe da û helbestekî İbrahim Tenekeci xwend. Xelata “Berhemên ewilî ya Necip Fazil” dan Meryem Kılıç û Emin Gürdamur. Xelata “ Necip Fazil ya Hunerî ya Navdewletî” dan Emced İslam Emced û xelata rêzgirtinê dan M. Uğur Derman.
Bo çi Necip Fazil tê bibîranîn? Necip Fazil Ataturk Mustafa Kemal baş nasdikir lê li Tirkiyê newêribû biaxifiya ji ber ku qanûna parastina Mustafa Kemal hebû. Di sala 1972 an de diçe Bexdayê û di derbarê Mustafa Kemal de pirtûkekî nivîsandiye ya bi navê “Zilamê Senem”. Heya niha belkî 10 car hatiye çapkirin lê ne bi navê Necip Fazil. Bi navê zabitekî tê çapkirin û di dinya Ereban de dengekî zêde derdixe.
Bi sedema ku Necip Fazil Kısakürek muxalifê Mustafa Kemal û İsmet Paşa ye, heya niha ji aliyê dewletê de nedihat bibîranîn an li ser navê wî xelat nedihat dayîn. Ji ber ku Necip Fazıl li gor xwe misilman bû û baweriyên wî hebûn. Ev 6 sale ku ev xelat tê dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin