PeyamaKurd - PKK teqîna li herêma Beyrok li ser rêya Pasûr-Mûşê li xwe girt ku tê de 7 karmendan canê xwe ji dest dabûn û 10 karmendên din jî birîndar bibûn.
Baskê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê çekdarî ye Hêzên Parastina Gel (HPG), bi daxuyaniyekê teqîna li navçeya Pasûr a Amedê li xwe girt û îdia dike ew kesên canê xwe ji dest dane sixûr bûne.
HPG ew teqîn weke ‘çalakiya sobatajê’ bi nav kir û dibêje: “Ev çalakî dema derbasbûna wesayîta kontra têdebûn pêk hat. Di vê çalakiyê de 7 kontra hatine kuştin û 10 kontra jî birîndar bûne.”
Herwiha HPG îdia dike ku ew kesên canê xwe ji dest dane sivîl nebûne û ragihand: “Gelê me û raya giştî dizane ku xelkê sivîl û heta cerdevanên normal ên gund ne di hedefa me de ne. Yên li vir bûne hedef ne sivîl û cerdevanên normal ên ku dewleta Tirk qala wan dike ye. Ev kesane kontrayên taybet ên ji aliyê dewleta AKP-MHPê ve ji Mûş, Pasûr û Êlihê hatine û li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê dide karkirin e. Hemû jî kontrayên li dijî gel û şoreşê yên dewlet bikartîne ye.”
Di 12ê Îlonê de li ser rêya di navbera navçeya Pasûr a Amedê û bajarê Mûşê de, mayînek bi wesayîta gundiyan ve teqiya. Di encama wê teqînê de 7 kesan cane xwe ji dest dabûn û 10 kes birîndar bibûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hevserokê HDPê Pervin Buldan û Sezai Temelli êrişa li Pasûrê şermezar kiribûn û gotibûn û ev yek nayê qebûlkirin û ji bo berpirs bêne dîtin tavilê divê gavên pêwîst bêne avêtin. Em bang li rayedaran dikin ku berpirsyaran bibînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin