Li Hewlêrê pêlavfirosa tirk a pêlavên xaç li binê wan difirot hat girtin

Li Hewlêrê pêlavfirosa tirk a pêlavên xaç li binê wan difirot hat girtin

PeyamaKurd - Li Hewlêrê, şaxê dikaneke pêlavan hat girtin ku li binê pêlaveke difirot de wêneyê xaça xirîstiyanan hatibû danîn.

Li gorî nûçeya Rûdawê Serokê Desteya Serbixwe ya Mefên Mirovan li Herêma Kurdistanê, Ziya Petros gotiye, li nava moleke Hewlêrê ji aliyê kompaniyeke Tirkî ve pêlaveke jinan dihat firotin ku xaçek li binê wê hatiye wênekirin, û piştî ku wî peywendî bi Parêzgarê Hewlêrê kiriye, wî demildest biryara girtina liqa wê kompaniyê li cadeya Şoreş li nav Mega Mallê da.

Ziya Petros da zanîn ku ew doh 21ê mehê ji mijarê hatiye agahdarkirin, bi vî awayî ku li nav Mega Mallê dikanekî Tirkî heye bi navê FLO ku pêlavên jinan difiroşe û wêneyê xaçê li binê pêlavê heye. Petros dibêje, piştî wan agahiyan, wî bi xwe serdana heman cihî kiriye û tekez dike: “Li vê derê min dît ku mijar rast e, m,in jî daxwaza pêlavekê kir û min dît ku li depoyê pêlavên din jî hene, lewma min pêwendî bi parêzgarê Hewlêrê kir û wî  jî rêkarên destpêkê bicih anîn.”

Petros diyar kiriye ku ew dê sibe Duşemê li cih û molên din, bêtir lidûvçûnê bo vê mijarê bikin, lewre ew kompanî Tirkî ye û şaxên wê li Familly Mall û çend cihên din ên Hewlêrê heye.

Wî herwiha destnîşan kir, karê ku hatiye kirin, li dijî Yasaya Olan a hejmar 5 a sala 2015ê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê Herêma Kurdistanê ye û da xuyakirin:

“Xrîstiyan û bi taybet Kurdên Misilman bi salan e pêkve dijîn û ti pirsgirêkek nebûye. Ew karê hatiye kirin, ji bo têkdana asayişa civakî ye û divê rê li wê bê girtin, eger li dijî her pêkhate û olekê be, em wek Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li dijî wê yekê ne.”

Ziya petros herwiha spasiya parêzgarê Hewlêrê jî kir û got, “Em ti destdirêjiyekê bo ser ti aliyekî qebûl nakin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin