Ji Hewlêrê ve geştên Ewropa û Tirkiyê didomin

Ji Hewlêrê ve geştên Ewropa û Tirkiyê didomin

PeyamaKurd - Ji ber rewşa aloz û xetereyên leşkerî yên li herêmê, piraniya kompaniyên asmanî yên biyanî geştên xwe yên ber bi Iraq û Herêma Kurdistanê ve rawestandine, lê belê geştên ber bi Ewropa û Tirkiyê ve ji Hewlêrê ve berdewam dikin.

Rêvebirê Şirketa Fly Erbilê Lawend Memundî diyar kir ku tevî van astengiyan jî, geştên wan ên ber bi welatên Ewropa, Tirkiye û Brîtanyayê ve bê navber berdewam dikin. Memundî eşkere kir ku rojane geştên wan hene û her roja înê geşta rasterast a rêxistinê ber bi bajarê Londonê ve tê kirin.

Hêjayî gotinê ye, berdewamiya van geştan di aloziyên heyî yên li derdora Tengava Hurmizê û dorpêçên herêmî de firsendeke girîng dide veguhastina rêwiyan.