Biryar e sibe YNK kongreya xwe ya 4emîn pêk bîne lê du astengî li pêsiyê ne

Biryar e sibe YNK kongreya xwe ya 4emîn pêk bîne lê du astengî li pêsiyê ne

PeyamaKurd - Biryar e sibe çaremîn kongreya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê birêve biçe, lê belê kongreya YNKê rastî 2 pirsgirêkan hatiye.

Beşek ji endamên kongreyê duh roja Pênşemiyê gihîştine Silêmaniyê û yên din jî biryar e îro Înê bigihin, amadekariyên lidarxistina kongreyê heya êvara derbasbûyî jî berdewam bûn, eger kongre careke din neyê paşxistin, dê roja Şemiyê destpê bike.

Li gor nûçeya Rûdawê, gotûbêj û civîn berdewam in ji bo rêkeftina pêşwext li ser awayê hilbijartinan û peyrewa navxwe ya YNKê.

‘Zêdetirî 500 kesan xwe bo Encûmena Giştî ya Serkirdatiyê berbijêr kirine’

Kongreya çarem a YNKê bi gotara Kosret Resûl Elî dest pê dike, û dê dengdan ji  bo Encûmena Giştî ya Serkirdatiya YNKê bên kirin. Çend çavkaniyên nava YNKê behsa wê yekê dikin, ku zêdetirî 500 kesan xwe bo Encûmena Giştî ya Serkirdatiyê berbijêr kirine ku ew encûmen dê ji 121 kesan pêk bê.

Tevî amadekariyên YNKê ji bo lidarxistina kongreya xwe ya çarem, lê belê ev kongre rastî du pirsgirêkên cidî bûye.

Yek ji wan astengan bi sedema Yasaya Partiyan a Iraqê ye. Encûmena Bilind a Komîsyarên Iraqê bi awayekê fermî YNK agahdar kirine, ku li gorî birgeya 5 a madeya 9 ji wê yasayê, herweha birgeya 3 a madeya 10 a heman yasayê ya sala 2015an, nabe ti kes û berpirsên serbazî yan ewlekariyê endamên partiyan bin û beşdarî di kongireyên partiyan de bikin. Vê yekê astengî ji kongireya YNKê re çêkiriye.

‘YNK li gel hikûmeta Iraqê di hewldanê de ye da ku riyeke yasayî peyda bike’

Li gor zaniyariyên ku ji çavkaniyekî bilind ê YNKê hatine belavkirin, YNK li gel hikûmeta Iraqê di hewldanê de ye daku riyeke yasayî peyda bikin ji bo çareseriya wê kêşeyê. Ew çavkanî dibêje, beşeke zêde ji endamên Kongireyê serbazî ne û xwe ji bo postan jî berpirjar dikin.

Astenga duyem li pêşiya lidarxistina kongreya YNKê, egera amadenebûna Berhem Salih, Serokomarê Iraqê di kongreyê de ye, ku ew jî girêdayî rewşa aloz a Iraqê û diyarkirina kesekî bo posta serokwezîrê wî welatî ye.

Diviyabû di çend rojên borî de posta serokwezîriyê li Iraqê bihatiba yekalîkirin, lê belê heya niha ew post yekalî nebûye û bi egere mezin dibe ku roja 21ê vê mehê ku heman roja lidarxistina kongreya YNKê ye jî, biryar li wê postê bê dayîn. Ji bo yekalîkirina posta serokwezîr jî amadebûna serokomar li Bexdayê pêwîst û giring e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin