Sibe biryar li ser projeyasaya çarçoveyê tê dayîn

Sibe biryar li ser projeyasaya çarçoveyê tê dayîn

PeyamaKurd - Projeyasaya bi navê ‘Teklifa Qanûnê ya Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yektiya Civakî’ ku ji 12 madeyan pêk tê û di Komîsyona Edaletê ya Parlamentoya Tirkiyê de hate pejirandin, sibe saet li 11.00an de li Lijneya Giştî tê nîqaşkirin.

Biryar e di gotûbêjên sibe Duşemê de, dengdan jî li ser projeyasayê were kirin û were pesendikirin.

Li gorî naveroka pêşniyarqanûnê, ji bo ku qanûn bikeve pratîkê divê biryara Lijneya Ewlehiya Giştî ya Tirkiyê (MGK) çekdanîn û xwefesihkirina PKKê tevî radestkirina çekan pesend bike.

Piştî tespîta MGKê jî wê cezayên sûcên heta 15 salan ji bo 5 salan û yên zêdetirî 15 salan jî ji bo 10 salan werin paşvexistin.

Lê sûcên kuştina bi zanebûn ji vê çarçoveyê derve tên girtin. Her wiha, şopandina vê pêvajoyê dê ji aliyê lijneyeke taybet a bi serokatiya Cîgirê Serokomaarê Tirkiyê û komisyoneke Parlamentoyê ve bê kirin û ji bo kesên ku vî karî bimeşînin jî berpirsiyariya hiqûqî û cezayî çênabe.