PeyamaKurd – Rayedarên Amerîkî ji ajansa Reutersê re ragihandin ku hîn teqwîmek ji bo vekişîna yekîneyên Amerîkayê ji Sûriyê nehatiye diyarkirin.
Dîplomatekî Amerîkî got ku, Amerîka naxwaze heta hetayê li Sûriyê bimîne, lê hîn demajoya vekişînê jî nehatiye diyarkirin.
Dîplomatkarê Amerîkî ku nexwestiye navê xwe bide ji Reutersê re diyar kir, "Teqwîma em hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin nîne. Dê ev yek heta şirîk û hevpeymanên me fişara li ser DAIŞê berdewam bikin û ti valahiyekê ji terorîstan re nehêlin berdewam bike.”
Wî dîplomatkarî herwiha destnîşan kir ku ti niyeteke wan nîne heta hetayê Sûriyê bi awayê leşkerî li Sûriyê bimînin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji dema Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara vekişînê daye ve daxuyaniyên cuda li ser vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê têne kirin.
Beriya niha jî hatibû diyarkirin ku dê heta 4 mehan vekişîn baja, lê Trump di daxuyaniya xwe ya herî dawî de got ku wî ti demek ji bo vekişînê nedaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin