Trump: Ger ez di hilbijartinê de bi ser nekevim ezê karên din bikim

Trump: Ger ez di hilbijartinê de bi ser nekevim ezê karên din bikim

PeyamaKurd - Serokê Amerîka Donald Trump diyar kir ku ger ew di hilbijartina seroktîyê ya di 3ê Mijdarê de bi ser nekeve ewê ‘karên din’ bike.

Namzedê Demokratan Joe Biden di rojên borî de gotibû ku Trump ‘dikare sextekarîyê bike’ û îdia kiribû ku ger ew di hibijartinê de têk here jî dibe ku ji Koşka Sipî dernekeve.

 Trump ji Fox Newsê re gotibû ku ‘’Bêguman, ger ez bi ser nekevim, bi ser nakevim. Ezê herim karên din bikim.’’

Berdevikê kampanyaya hilbijartinê ya Trump, Tim Mortaugh roja Pêncşemê gotibû ku Trump wê encamên hibijartinê qebûl bike.

 Serokê Amerîkayê Trump îdia dike ku Demokrat hewil didin ku bi dengdana bi rêka postayan sextekarîyê bikin û li alîyê din Joe Biden jî dibêje ku dijî ‘zextên Komarîyan yên li ser hilbijêran’ ew dê li navendên dengdanê parêzeran bi cîh bikin.

Pisporên hilbijartinê dibêjin ku ew ê di 3ê Mijdarê de bi şev girjîya di navbera Komarî û Demokratan de bilind bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin