PeyamaKurd - Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Wayne Maroto, derbarê operasyona dawî ya bi hevkariya HSDê li dijî DAIŞê de daxuyanî da.
Marotto li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand; "Hêza Erka Hevbeş a Hewayî di çarçova Operasyona Ezim Selib de, vê sibehê li dilê DAIŞ'ê xist û baregeha perwerdekirina terorîstan a li çola Badia ya Sûrîyê wêran kir."
Marotto got, xebata hevbeş a di navbera hevpeymanîyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de, hêzeke mezin e ku rê li ber êrîşên DAIŞê yên li Sûriyê û derveyî wê digire.
— OIR Spokesman Col. Wayne Marotto (@OIRSpox) October 4, 2020
Marotto destnîşan kir ku wê hevpeymaniya navdewletî hemû piştgiriya xwe bi şirîkên xwe re bidomîne heta serkeftina têkçûna rêxistina DAIŞê bi temamî li Sûriyê û Iraqê misoger bike.
Berdevkê koalîsyonê Wayne Marotto diyar kir, dema mayîna hevpeymaniyê li herdu welatan girêdayî mercên derdorê ye û got: "Piştgiriya hevpeymaniyê û alîkariya wê bi şirîkên wê re dê li gorî mercên guhertina meydanî ya li ser erdê bidome heta rêxistina tundraw bi temamî tune bibe."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin