Kurdistan | Amarên dawî yên Covid-19 hatin eskerekirin

Kurdistan | Amarên dawî yên Covid-19 hatin eskerekirin

PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav  24 demjimêrên borî de 118 kesên din  bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan jî wefat kiriye.

Di daxuyaniya wezaretê de hat eşkerekirin ku ji 118 kesên bi vîrûsa koronayê ketine; 39 kes li Hewlêrê, 32 kes li Silêmaniyê, 42 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê û 3 li Raperînê ne.

9 kesên can dane jî 1 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û 4 kes li Duhokê ne.

Herwiha di nav 24 demjimêran de 270 kes ji nexweşiyê rizgar bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 102827 kesan, ya mirinan bû 3375 kes û heta niha 69051 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin