PeyamaKurd - Rejîma Sûriyê Tirkiye û Amerîka bi dagirkirina axa Sûriyê û talankirina serweta welat tohmetbar kir.
Serokê Şanda Danûstankar a Sûriyê yê li Danûstandinên Qeyrana Sûriyê Eymen Sûsan, li bajarê Nûr Sultan a paytexta Qazaxistanê ragihand; "Tirkiye piştevanîkirina wan komên terorîst ên li Sûriyê didomîne û ev binpêkirina peymana Neteweyên Yekbûyî û têgihiştinên Astanayê ye."
Eymen Sûsan herwiha got, dagirkeriya Tirkiye û Amerîkayê ji bo beşek ji xaka welatê me bûye sedema berdewambûna qeyrana Sûriyê û her du dagirker bi talankirina serweta Sûriyê ve mijûl in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin