HPGê li ser kesên jin û mêrê Suryanî revandine û kustine daxuyanî da

HPGê li ser kesên jin û mêrê Suryanî revandine û kustine daxuyanî da

PeyamaKurd – Baskê leşkerî yê PKKê HPG derbarê li ser jin û mêrên Suryanî ku li Elkê winda bûbûn daxuyanî da.

HPGê ragihand, “Ew herdu hemwelatiyên Suryan ji aliyê 3 kontrayan ve hatin kuştin û termên wan avêtin çemê Hêzilê.”

Li gor daxuyaniya HPGê, ew herdu hemwelatiyên Kildan roja 11ê Çileyê ji aliyê 3 kesên ku “li herêmê karê kontra dikirin hatin revandin, kuştin û cenazeyên van welatiyên sivîl avêtin çemê Hêzilê.”

Hêjayî gotinê ye, li ser tohmetkirina PKKê HPGê ev daxuyanî daye ku red dike ti pêwendiyeke wan bi windakirin û kuştina wan herdu kesan ve heye.

Welatiyên Suryanî Hurmuz û Şîmonî Dîrîl 11ê Çileya 2020 li gundê Mehrê yê ser bi Elkê ve li Şirnexê, winda bûbûn. Termê Şîmonî Dîrîl a 65 salî, roja 20ê Adarê li ber çemekî nêzikî gund hatibû dîtin û li bajarê Stenbolê jî hatibû veşartin. Termê Hurmuz Dîrîlê temen 71 salî jî hîn nehatiye dîtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin