Jina Polonî mêrê xwe ji ser derencê dehf da û zilam mir

Jina Polonî mêrê xwe ji ser derencê dehf da û zilam mir

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Antalya li navça Alanya jin û mêrê ji Polonyayê li otêlekî diman. Jina bi navê Barbara Böhme (54) û mêrê wê yê bi navê Pierks Tederetroehre Böhme (60) dema jin xwestiye derê oda xwe, zilamê wê ji ber alkol vexwariye nezwestiye derê odê. Dema jina wî wî dehf daye, ji ser derencan de ketiye û serê wî li derence ketiye.

Piştî zilam Böhne, dibin nexweşxanê, 4 roj li wê derê dimîne û jiyana xwe ji dest dide. Li ser bûyerê polîs jina wî dixe bin çav û dema dibin dadgehê, dadger wê dişîne zîndanê. Sedema zîndanîkirina wê jî ji ber bûye sedema mirina mêrê xwe.