PeyamaKurd - Li parêzgeha Silêmaniyê kesek din bi nexweşiya Covid-19ê ket.
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê şeva borî ragihand, li Silêmaniyê têsta koronaya nifşê nû (Covid-19) ya kesek din pozîtîf derketiye.
Li gorî agahiyan berdest, ew kesa ku bi koronayê (Covid-19) ketiye, jineke 56 salî û hevjîna kesekî ye ku bi wê nexweşiyê ketiye.
Bi wê nexweşê re hejmara kesên bi wê nexweşiyê li Herêma Kurdistanê gihîşt 104 kesan ku 39 jê baş bûne û 2 jî mirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin