PeyamaKurd – Li ser wefata parêzgarê berê yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm, Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê Kosret Resûl, xemgîniya xwe nîşan da û da zanîn: “Dr. Necmedîn Kerîm xizmeteke gelek mezin ji gelê Kurd re kir û ew dema Parêzgerê Kerkûkê bû xizmeteke pir mezin ji Kerkûk û Kerkûkiyan re kir.”
Bi peyamekê Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê Kosret Resûl hevxemiya li ser wefata Necmedîn Kerîm diyar kir û got: “Dr. Necmedîn Kerîm siyasetmedar, dîplomatkar û tekoşerekî mezin ê gelê me bû.”
Kosret Resûl destnîşan kir: “Necmedîn Kerîm di jiyan û xebata zêdetir a nîv sedsala xwe de li Kurdistanê û li derveyî welat, xizmeteke mezin gîhand gelê me. Berdewam xebat kir ji bo gelê me û gihiştina bi mafên gel ên rewa. Di dema parêzgerê Kerkûkê de jî xizmet û qahîmkirina rewşa ewlehiyê û pêkvejiyanê li bajar, ji bo wê jî xizmeteke gelek mezin ji Kerkûk û Kerkûkiyan re kir.”
Resûl da zanîn: “Mixabin îro Dr. Necmedîn Kerîm koça dawî kir û bo heta hetayî em bicîh hiştin, xema koça wî ya dawiyê û ji dest dana Dr. Necmedîn Kerîm êşeke kûr e û em hemû nîgeran in. Serxweşiyê û hevxemiya xwe bo malbat û tekoşeran diyar dikim. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim sebrê bide me hemûyan û cihê wî jî bike bihuşt.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin