Wezîrê Berevaniyê yê Ermenîstanê David Edgari Tonoyan dest ji kar berda

Wezîrê Berevaniyê yê Ermenîstanê David Edgari Tonoyan dest ji kar berda

PeyamaKurd – Îro bi fermî navçeya Agdam piştî 27 salan ket bin kontrola Azerbaycanê û hevdem, Wezîrê Berevaniyê yê Ermenîstanê David Edgari Tonoyan, îro dest ji kar berda.

Piştî hêzên Azerbaycanê derbasî navçeya Agdam a li Bakurê rojhilatê herêma Nagorno Qarabaxê bûn, Wezîrê Berevaniyê yê Ermenîstanê jî dest ji kar berda.

Îro hêzên artêşa Azerbaycanê di çarçoveya rêkeftina agirbestê ya li gel Ermenîstanê de, derbasî navçeya Agdam li herêma Nagorno Karabaxê bûn.

Li gor rêkeftina sê alî ya di navbera Rûsya, Azerbaycan û Ermenîstanê de hatibû diyarkirin, heta 20ê Mijdarê, divê hêzên Ermenî wê navçeyê vala bikin û radestî Azerbaycanê bikin.

Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev jî bo radestkirina navçeya Agdamê ji aliyê Ermenistanê ve gotarek pêşkêşî welatiyên xwe kir û tê de diyar kir: “Ji dil ve pîrozbahiyê li tevahiya niştecihên Agdamê dikim. Niştecihên ezîz ên Agdamê, hûn êdî penaber nînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin