PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, do li Hewlêrê bi Berpirsê Nivîsîngeha Balyozxaneya Japonê yê li Hewlêrê Nîkîhîro Arakawa re civiya û spasiyên xwe ji ber kar û çalakiyên Japonê yên li Herêma Kurdistanê kir, ku gelek sal in Ajansa JICA a Japonî, ji bo alîkariyên navdewletî û aliyên hikûmî yên Japonê, çendîn kar û proje li Kurdistanê cîbicî kiriye.
Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, di vê hevdîtinê de ku roja Yekşemê 25ê Nîsanê li Hewlêrê hatiye encamdan, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber destbikarbûna wî li Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Nîkîhîro Arakawa kiriye û ragihandiye, ji bo alîkariya wî amade ye hemû core piştgiriyekê bike.
Nêçîrvan Barzanî herwiha hêvî kiriye, ku Japon bêtir li Herêma Kurdistanê amade û çalak be, li ser kar û projeyên xwe berdewam be û di her yarmetî û alîkariyeke paşerojê de ya ji bo Iraqê, beşa Herêma Kurdistanê li berçav bigre.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di destnîşan dike, Berpirsê Nû yê Nivîsîngeha Balyozxaneya Japonê li Herêma Kurdistanê, kêfxweşiya xwe bi destbikarbûnê nîşan da û da zanîn, welatê wî bi giringî ve li pêwendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê dinêre.
Nîkîhîro Arakawa eşkere kir, ew kêfxweş e ku kariye li Herêma Kurdistanê alîkar be û destnîşan kir, Japon dixwaze warên alîkariyê yên di navbera her du aliyan de pêş bixe.
Herwiha di beşeke din a hevdîtinê de, pêwendiyên Iraq û Japonê bi giştî û Japon û Herêma Kurdistanê bi taybetî û derfetên alîkariya di navbera her du aliyan de di warên cuda cuda de, pêwendiyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina pirsgirêkên wan, hilbijartinên bê yên Iraqê, rûbirûbûna terorê û metirsiyên DAIŞê û çend mijarên din hatin gotûbêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin