Bi tohmeta jehrîkirina masiyan 3 masîgir hatin desteserkirin

Bi tohmeta jehrîkirina masiyan 3 masîgir hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li Çemçemalê hêzên ewlehiyê bi tohmeta jehrîkirina masiyan li çemê Roxane, 3 masîgir desteser kirin.

Qaymeqamê Çemçemalê Remek Remezan diyar kiriye, piştî jinavbirina jimareyeke masiyan li çemê Roxane, derbarê desteserkirina 3 kesan de biryara desteserkirinê derxistine.

Herwiha Remek Remezan destnîşan kiriye, ew her 3 kesên biryara desteserkirinê ji bo wan hatiye derxistin, masîgir in û xelkê heman herêmê ne.

Roja Pêncşema rabirdû, xebera jehrîkirina masiyan li çemê Roxane belav bû û li gor zanyariyan 4 ton masî hatine jehrîkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin