PeyamaKurd - Ajansên sîxuriyê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) payîn dikin ku hêzên leşkerî yên Îsraîlê, ji sedî 20 heta 30 endamên Hemasê li Xezayê kuştine.
Li gorî nûçeya rojnameya Wall Street Journalê ev hejmar ji armanca Îsraîl a têkbirina Hemasê pir kêmtir e.
Bi ser payîna ajansên sîxuriyê yên DYAyê tê gotin ku Hemas hê jî dikare têra xwe cebilxane di dest xwe de bihêle û bi mehan li dijî Îsraîlê berxwe bide.
Di nûçeya Wall Street Journalê de rayedarên artêşa Îsraîl ên niha û yên berê gotin ku armaca Hemasê ne ew e ku di şer de bi ser bikeve, Hemas tenê dixwaze şerê Xezeyê derbas bike û li ser piyan bimîne.
Rayedarekî payebilind ê artêşa Îsraîlê ku nexwastiye navê xwe bide di derbarê armanca Hemasê ya ji şerê ku ji 7ê cotmeha sala çûyî ve berdewam dike de gotiye: "Ji bo Hemasê; ne hewce ye ku Hemas bi ser bikeve. Ew tenê dixwxaze ku winda neke."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin