PeyamaKurd- Wezîrê Karên Hundir yê Îranê Abdulriza Rahmanî Fezlî got ku Amerîka ji aliyê leşkerî ve newêre ku li ber Îranê rabe.
Wezîrê Karên Hundir yê Îranê Abdulriza Rahmanî Fezlî li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Urmiyê ji çapemeniyê re axivî û wiha got: “Amerîka ji aliyê aborî û civakî ve li dijî me disekine. Amerîka bi rêya leşkerî nikare tiştekî ji me bike. Em tu caran li Washingtonê ewle nabin.”
Fezlî wiha berdewam kir: “Dewleta me bi kesên virker re muzakereyan nake. Ji bo muzakereyan hinek şertên me hene. Divê pêşiyê Amerîka careke dî peymana çekên Nûklerî qebûl bike û ji dinyayê lêborînê bixwaze. Amerîka dinyayê talan dike. Tu kes nikare Amerîka û Îranê bide ber hev.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin