Koalîsyonê, leskerên Sûriyê bombebaran kirin!

Koalîsyonê, leskerên Sûriyê bombebaran kirin!

PeyamaKurd- Balafirên şêrr yên koalîsyonê li nêzîkî bajarê Dêra Zorê li El-Bûkemalê baregeheke Rejîma Sûriyê bombebaran kirin.

Li gorî çapemeniya Sûriyê, Balafirên şêrr yên koalîsyonê Baregeha El-bûkemalê ya Rejîma Sûriyê bombebaran kirine. Di encama bombebaranê de gelek leşkerên Sûriyê hatine kuştin.

Li gorî hinek çavkaniyan jî leşkerên ku hatine kuştin, ne yên Sûriyê ne; yên Îranê ne.

Di derbarê mijarê de Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê (Pentagon) Adrian Rankin-Galloway ev îdda red kirin û got ku me El-Bûkemal bombebaran nekiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin