PeyamaKurd – Wezîrê Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyîn ji ber ku xelkên Kurdistanê pêgirî rênimayiyan hikûmetê dimînin spasiyên xwe pêşkêş kirin.
Sefîn Dizeyî li ser hesabê xwe yê medya civakî Twitterê daxuyaniyek da û spasiya gelê Kurdistanê kir ku pêgirî biryarên hatine derxistin dimînin.
Dizeyî di peyama xwe de got, “Ez spasiya gelên Kurdistanê û hemû biyanîyên li herêmê dikim ku pêgirî biryara qedexekirina derve dikin. Ji bo rêlibergirtina şewba koronavirusê bila xelkên me ji malên xwe dernekevin û em bi hev re bi ser bikevin.”
لـێرەوە بە پێویستی دەزانم سوپاسی هاوڵاتیانی هەرێمی کوردسـتان بکەم بۆ پابەندبوونیان بە ڕێنماییەکانی حکومەت و بڕیاری قەدەغەکردنی هاتووچۆ و مانەوەیان لە ماڵەوە بۆ پاراستنی تەندروستی خۆیان و تەواوی کۆمەڵگە. هیوادارم هەموولایەک هاوکاربین تاکو ئەم دۆخە نەخوازراوە بە سەلامەتی تێپەڕێنین. pic.twitter.com/fc1NdgPxYo
— Safeen Dizayee (@SafeenDizayee) March 14, 2020
Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê, qedexeya derketin û hatin û çûyînê bo bajarên Hewlêr û Silêmaniyê bi dema 48 saetan ragihandibû.
Piştî ragihandina qedexeya derketina derve hema beje li Kurdistanê çûnûhatin bi temamî rawestiya û derdora Keleha Hewlêrê xalî ma. Dîmenên xalî yên Keleha Hewlêrê li ser medya civakî hatin parvekirin.
Coronavirusuyle başa çıkmak için Kurdistan'da adeta hayat durduruldu, sokağa çıkma yasağından sonra Erbil kenti tarihi kalesinin etrafı böyle tenhalaştı. pic.twitter.com/47HWa6YhWF
— Mehmet Sanri (@Mihemed) March 14, 2020
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin