Îsraîlê baregeheke Sûriyê bombebaran kir!

Îsraîlê baregeheke Sûriyê bombebaran kir!

PeyamaKurd- Muxalifên Sûriyê ji ber şerê Derayê revîbûn û li ser Girên Golanê ji xwe re kampek ava kiribûn. Hêzên hikûmeta Sûriyê ev kamp dane ber topan.

Li dijî vê gava Sûriyê, Îsraîlê jî baregeheke leşkerî ya Sûriyê bombebaran kir.

Di derbarê bûyeran de ji Artêşa Îsraîlê daxuyaniyeke nivîskî hat. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: Topeke hawanê ku ji aliyê artêşa Sûriyê ve hatibû avêtin, li ser tixûbê Sûriyê û Îsraîlê li herêma tamponê ket. Li ser vê geşedanê, Artêşa Îsraîlê jî cihekî leşkerî yê Sûriyê hedef girt.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin