Cewad Zerîf serdana Tirkiyê dike

Cewad Zerîf serdana Tirkiyê dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf serdana Tirkiyê dike û roja Şemiyê beşdarî lutkeyeke hevkariya aborî li Tirkiyê dibe.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seyyîd Ebas Musewî ragihand ku Zerîf sibe şemiyê li bjarê Antalya yê Tirkiyê beşdarî Civîna Teşkîlata Hevkariya Aborî ya 24emîn a Konseya Wezîran dibe.

Tê çaverêkirin di serdana xwe de, Zerîf bi hemkarê xwe yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re jî bicive û mijarên herêmî û rewşa Sûriyê jî were gotûbêjkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin