Lavroj: Trump û Putin ti caran destûra derketina ser nadin!

Lavroj: Trump û Putin ti caran destûra derketina ser nadin!

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ti caran nahêlin ku di navbera her du dewletan de şerekî çekdarî derkeve.

Piştî ku Amerîkayê, bi koalîsyonê re êrîşî Sûriyê kir; êdî behsa şerê di navbera Amerîka û Rûsyayê de hate kirin. Di derbarê van guftûgoyan de Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov axivî û got muheqqeq Trump û Putin nahêlin ku artêşa her du dewletan were hemberî hev.

Di heman demê de Lavrov Amerîka hişyar jî kir û got ku “Heke koalîsyon xetê derbas bike û zerarê bide leşkerên Rûsyayê, bersiva me jî wê tund be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin