Lavrov: Di mijara ewlehiya sînorên hevpar de em ê pistgiriyê bidin hevkariya Tirkiyê û Sûriyê

Lavrov: Di mijara ewlehiya sînorên hevpar de em ê pistgiriyê bidin hevkariya Tirkiyê û Sûriyê

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Rûsya di mijara dabînkirina ewlehiya sînoran de wê piştgiriya Tirkiyê û Sûriyê bike û diyar kir ku ew dê destekê bidin hewildanên rêkeftinê.

Sergey Lavrov di mijara dîlgirtiyên DAIŞê ku di destê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne jî got, bi operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojavayê metrisi çêbûye ku DAIŞî li dinyayê belav bibin.

Wezîrê rûsî teqez kir ku gavên hevpeymaniyê ku pêşengiya wê Amerîka dike, Kurdan ber bi cudaxwaziyê ve dibe.

PUTÎN Û ERDOGAN WÊ SÛRIYÊ JÎ GOTUBÊJ BIKIN

Lavrovî Rêkeftin Edenê bibîr xist û ji bo dabînkirina ewlehiya sînoran ragihand ku ew dê piştgiriya rêkeftinê bikin.

Herweha wezîrê rûsî da zanîn ku di seredanê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de wê mijara Sûriyê jî were gotbûjkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin