PeyamaKurd - Biryar e sibe roja Sêşemê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Lavrov li Washingtonê li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Pompeo bicive.
Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyanyekê de ragihand, Mike Pompeo û Sergey Lavrov di vê hevdîtina xwe de li Washingtonê çend mijarên berfireh ên herêmî û dualî gotûbêj dikin.
Li gor medya Rûsyayê, rewşa Sûriyê û Rojava jî di nav de rewşa Ukraynayê du mijarên serekî yên civîna Pompeo û Lavrovî ne. Amerîka meha borî li ser civînên Komîteya Destûrê hat ser xetê û ragihand ku Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esed demê diborîne û naxwaze rêkeftin were kirin.
Komîteya Destûrê ya navbera hikûmeta Sûriyê û Opozisyonê heta niha civînek li Cenevreyê saz kiriye û Neteweyên Yekbûyî (NY) jî pêkanîna wê komîteyê û lidarxistina civîna wê wek pêngaveke girîng pênase kiriye.
Di bendewariya civîna duyem de artêşa Sûriyê rojane navçeyên di bin kontrola Opozisyonê li Idlib û derdora wê bombebaran dike.
Hêjayî gotnê ye ku ji sala 2017an û vir ve bo cara yekem Lavrov serdan Amerîkayê dike û bi hempîşeyê xwe re dicive.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin