Polîtburoyên PDK û YNKê sibe li Hewlêrê dicivin

Polîtburoyên PDK û YNKê sibe li Hewlêrê dicivin

PeyamaKurd Hat ragihandin ku Polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) sibe li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê li hev dicivin.

Li gorî zanyariyan sibe Duşemê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, polîtburoyên PDK û YNKê li avahiya Serokatiya Herêma Kurdistanê dicivin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku wê şanda YNKê bi serokatiya Hevserokê YNKê Bafil Talebanî û beşdariya hejmarek endamên polîtburoya YNKê  beşdarî civînê bibe.

Şanda PDKê jî ji Hoşyar Zebarî û hejmareke din endamên Polîtburoya PDKê beşdarî civînê dibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin