Le Figaro: Lubnan geştên asmanî bi Îranê re nade destpêkirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Lubnan geştên asmanî bi Îranê re niha nade destpêkirin ku beriya niha ji ber Hizbullahê hatibûn betalkirin.
Li gorî Rojnameya Le Figaro ya Fransî, Serokê Lubnanê Joseph Awn ragihandiye, “Em niha dest bi geştên asmanî yên bi Îranê re nakin, lê mimkun e rojekê em dest pê bikin.”
Awn gotiy, “Em bi temamî pabendî bicihanîna biryarnameya 1701ê ne lê Îsraîl lihevkirina agirbestê binpê dike, ev jî cihê mixabiniyê ye.”
Heriwah Serokê Lubnanê da zanîn “Lubnan ji bo çareserkirina kêşeyan kar dike, yên ku pêwendî bi sînorên wê yên bejahî û deryayî yên bi Sûriyeyê re heye, herwiha divê pirsgirêka penaberên Sûriyeyî yên li Lubnanê jî bê çareserkirin.”
Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.