Le Pen sûcdar hat dîtin: Namzetiya wê ket rîskê

Le Pen sûcdar hat dîtin: Namzetiya wê ket rîskê

PeyamaKurd – Dadgeheke Fransayê siyaseta rastgir a tund Marine Le Pen bi xespkirina fonên Yekîtiya Ewropayê (YE) sûcdar dît.

Hate ragihandin ku Le Pen û 24 endamên partiya wê di navbera 2004-2016an de fonên Ewropayê ji bo partiya xwe bi kar anîne. 

Dadgehê diyar kir ku ev ne xeletiyên rêveberiyê bûn, lê sîstemeke plankirî ya xespkirinê bû. 

Dozgeran ji bo Le Pen 5 sal cezayê girtîgehê û 5 sal qedexeya ji karên giştî xwest. 

Biryara dawî îro bê aşkerekirin ku ev yek dikare şensê Le Penê ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên 2027an têk bibe.

 Le Penê gotibû ew ê di 2027an de bibe namzet.

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.