PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê li navça Sasonê li kenarê newala Şatê cesedê mêrekî dîtin. Ji bo otopsiyê cenaze birin morga nexweşxanê.
Hat ragihandin ku cesedê hatiye dîtin yê Amrullah Çiftçi (33) ye. Cesed nêzî êvarê seet li dora 16.40an de hat dîtin. Kesên dîtin ku kesekî li kenarê newalê bê herekete, xeberê dal tîmên 112an û li ser agahdarkirinê tîmên polîsan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.
Kesê cesedê wî hat dîtin yê bi navê Amrullah Çiftçi ji gundê Badirmûd (Tekinler) e. Sedema mirina wî dê piştî otopsiyê diyar bibe.