PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Kocaeliyê li navça Başiskele keyayê (muxtarê) taxa an gundê Yaylacıkê Mustafa Gedikli ku ketibû ber pêlên lehiyê, cesedê wî dîtin.
Polîsê deryayê li Kendava İzmitê li peravên Yarımcayê di deryayê de cesed dîtin. Li bajarê İstenbolê jî 4 kes ji ber lehiyê mirin û bi her dî bajaran jimara miriyan giha 5 kesan.
Bi rojaye ku li Îstenbolê û herêma Marmarayê baran dibare û baran jiyana xelkê xistiye xeterê. Pispor radigihînin ku 84 salên dawiyê de barana weha zêde li herêmê nehatiye dîtin. Tîmên pêwendîdat li elatiyên ku heya niha wendane, li wan digerin.
Ji bo alîkariya welatiyan tîmên pêwendîdar yên weka AFAD, îtfaiye, bergiriya sîvîl û tenduristiyê xebatên xwe bê navber dimeşînin.
Wezîrê hawirdoriyê û guherîna kêş û hewayê Murat Kurum ragihan dku 60 hezar xebatkar ji bo xizmeta milletê di seha awarte de ne.