PeyamaKurd – Li bajarê Niğde ya Anedolê, li navça Çamardı, 2 çiyagerên jin yên Belarûsî wenda ne û wê sibê jî lêgerîna wan dewam bike. Lêgerîna li her du çiyageran ji aliyê cendirmeyan û tîmên AFADê tên kirin.
Hat ragihandin ku her dû jin xwuşkên hevin, cêwîne û navên wan Mariao û Valentino Ivankova ne û roja Şemiyê ji Wadiya Emli ya Aladağlarê dest bi hilkişîna çiya kiribûn. Tîm, ji hewa de bi balafiran jî li wan digerin.
Li gor ragihandina parêzgeha bajarê Niğde; wê sibê ji hewa û bejayiyê lêgerîna wan dewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin