PeyamaKurd - Ajansa Lêkolînên Fezayî ya Amerîkayê NASAyê bi rêya daneyên Teleskopa Keplerê ku niha naxebite, 18 gerstêrkên bi qasî dinyayê mezin dîtin.
Zanyaran di lêkolîna xwe ya li ser daneyên Teleskopa Kepler de, derxistin holê ku 17 gerstêrkên hatine dîtin zêde nêzîkî roja (stêrk) xwe ne û ji ber germahiyê dibe av li wan peyde nebe.
Lê belê gerstêrka bi navê EPIC2012381102.02 hinekî ji yên din mezintir e û mesafeya wê ya ji stêrka xwe bi qasî ya dinyayê û rojê maqûl e.
Ev jî îhtimala hebûna avê li wê gerstêrkê zêde dike ku ev wekî nîşaneya jiyanê tê nirxandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin