'YNKê li ser daxwaza Tirkiyê nehîst endameke wê besdarî kongreyê bibe!'

'YNKê li ser daxwaza Tirkiyê nehîst endameke wê besdarî kongreyê bibe!'

PeyamaKurd -  Siyasetmedarê Kurd Dr. Fayîq Gulpî ragihand, YNKê li ser daxwaza Tirkiyê nehîştiye hevjîna wî, ku endama YNKê ye, beşdarî kongreya wê partiyê bibe.

Îro danê sibê  (21.12.2019) li bajarê Silêmaniyê, çaremîn kongreya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi beşdariya hezar delegeyan dest pê kir.

Siyasetmedarê Kurd û serokê berê yê Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kurdistanê (PÇDK), Dr. Fayîq Gulpî ji BasNewsê re got, malbata Talebanî li ser daxwaza Tirkiyê nehîşt hevjîna min, ku endama YNKê ye, beşdarî kongreyê bibe.

Dr. Fayîq Gulpî her wiha got, min çend caran ji hevjîna xwe gotiye ti paşerojeka te di nav YNKê de nîne ji ber ku ez ne endamê wê me, lê wê guh nedaye min.

Dr. Gulpî da zanîn ku YNKê dizanîbû eger hevjîna wî beşdarî kongireyê bibe dê bibe endama serkirdetiya partiyê ji ber wê jî nehîşt beşdarî kongireyê bibe.

Bi gotina wî siyasetmedarê alîgirê PKKê, hevjîna wî sponsertiya çapkirina bîranînên wî kiribû. Beşek ji kerba YNKê jî ji ber wê yekê bûye, çimkî wî di wê pirtûka xwe de behsa her tiştên YNKê kiriye, çi baş çi xirab.

Li ser pêwendiyên Tirkiye û YNKê jî, Dr. Fayîq Gulpî got, YNK ji par ve bi Tirkiyê re rêkeftin kiriye da ku hinek tiştan ji Tirkiyê re bike, bi taybet girtina baregehên Tevgerê (rêxistina PKKê li Silêmaniyê). YNK wisa hizir dike ku hevjîna min jî mîna min hizir dike, lê wisa nîne. Ew gelekî jî li dijî hizra min e. Lê YNK û Tirkiye bi xeletî têgihîştine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin