Duhok | Dr. Elmas a ducanî ji koronayê can da, lê bebeka wê rizgar bû

Duhok | Dr. Elmas a ducanî ji koronayê can da, lê bebeka wê rizgar bû

PeyamaKurd - Li Duhokê doktoreke ducanî bi vîrusa koronayê can de, lê bebeka wê bi operasyoneke neştergeriyê hat rizgarkirin.

Hat zanîn ku îro, pizîşkeke bi navê Elmas Mihemed Hesen li Duhokê ji ber koronayê can daye ku ducanî bû.

Elmas Mihemed Hesen a temen 30 salî, pizîşka pispor a diranan bû û ducanî bû ku 16 roj in bi koronayê ketibû.

Hat ragihandin ku şeva derbasbûyî bi rêya neştergeriyê bebeka wê ji dayîk bûye û rewşa bebekê baş e, lê belê diya wê tevî ku piştî neştergeriyê rewşa wê baş bûye jî ji nişka ve rewşa wê xira bûye û îro danê sibehê can daye.

Hat zanîn ku zarokeke din a 2 salî ya Dr. Elmas Mihemed Hesen heye.

Dr. Elmas karmenda pijîşkiya Duhokê ya sêyem e ku ji koronayê can dide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin