PeyamaKurd- Li bajarê Badgisê ku dikeve aliyê rojavayê welat, di navbera cerdevanên Afxanî û çekdarên Talîbanê de şer derket û di encamê de 10 cerdevan û 11 çekdarên Talîbanê hatin kuştin.
Berdevkê parêzgeha Badgisê Camşid Şahabî bo rojnamevanan ragihand ku Talîbanê êrîşê ser baregehên cerdevanên navçeyên Kads û Ab Kamariyê û şer çêbûye. Şahabî got ku 10 cerdevan mirine û 5 ji wan jî birîndarin. 11 Talîbanî hatine kuştin û 9 ji wan birîndar bûne.
Li aliyê dinê Talîbanê ragihand ku 32 kesên ji hêzên asayîşê hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin