Li Almanya hewla şêlandina bankayekî hat kirin: 1 kuştî

Li Almanya hewla şêlandina bankayekî hat kirin: 1 kuştî

PeyamaKurd – Li Almanya li bajarê Regensburgê di bankakî de krîza rehîneyan derket ortê. Xortekî 20 salî di bankê de kesekî kuşt û tîmên taybet bi operasyonekî wî xistin bin çav.

Li ser rûdanê di çarçova kuştinê û şêlandinê de di derbarê gumanbar de lêpirsîn destpêkir.

Beredevkê polîs ji bo ajansa xeberan ya Alman ji DPA re daxwuyanî da û got kesê xwest banka bişêlîne bi îhtîmaleka mezin bi kêrê ketiye bankayê û muşteriyên di bankayê de dîl girtiye.

Ji kesên dîl yek giran birîndar kir û li ser hewla şêlandinê tîmên taybet, polîs û helîkoptera polîs çûn ciyê rûdanê.

Rêvebiriya asayîşa Oberpfalzê ragihand ku li Regensburgê di bankakî de, kesê ku xwest bankê bişêlîne yekî kuştiye û tîmên taybet û polîs bi operasyonekî ew xistiye bin çav.

Di wexta operasyonê de kesê ku bankê dişêland birîndar nebûye an nehatiye kuştin û 2 xebatkarên bankê bi ewlehî tehliye kirine.

Lêpirsîna gumanbar di çarçova “kuştinê” û “şêlandinê” de tê lêpirsîn.