PeyamaKurd- Hat ragihandin ku li Almanya li bajarê Kolnê, li istasyona trênê pirsgirêkeka rehîneyan çêbûye, li hundirê garê dengê sîlihan hatiye û temamê seferên ku ji gara Kolnê tên kirin hatine betalkirin.
Polîsê bajarê Kolnê di ser hesabê xwe yê medyayê de ragihandiye ku li meydana Breslauerê bûyerekî qewimiye. Polîs weha ragihandiye: “Em difikirin ku di bûyerê de rehine hene.”
Îstasyon hatiye valakirin û xelk ji ciyê bûyerê hatiye dûrxistin. Di demên pêş de wê mijar xweştir zelal bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin