PeyamaKurd - Dadgeha Herêmî ya Bilind a Koblenzê li Almanyayê, îro 27ê Nîsanê dest bi darizandina welatiyekî Sûriyeyê yê 48 salî kir ku bi tawana kuştin û îşkencekirina 70 girtiyan tê tawanbarkirin.
Li gorî îdianameya dozgerê giştî; bersûc di navbera salên 2011 û 2012an de li girtîgeheke îstîxbarata Sûriyeyê ya li Şamê wekî gardiyan kar kiriye û tê gotin ku wî bi rêbazên hovane, nexasim bi bikaranîna elektrîkê, îşkenceyeke giran li girtiyan kiriye û di encamê de herî kêm 70 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Ev doz wekî pêngaveke girîng a hiqûqa navdewletî ji bo hesabpirsîna tawanên şer tê nirxandin.
Bersûcê ku navê wî nehatiye eşkere kirin, ji Gulana 2025'an vir ve di girtîgehê de ye û li benda vê roja darizandinê bû. Di dozê de bal tê kişandin ser şert û mercên girtîgehên Şamê û tê diyarkirin ku mirina girtiyan ne tenê ji ber îşkenceya rasterast, dibe ku ji ber şert û mercên nemirovî yên girtinê jî pêk hatiye.
Almanyayê bi saya prensîba "dadweriya gerdûnî" mafê xwe yê darizandina tawanên li dijî mirovahiyê bikar tîne, her çend ev tawan li derveyî sînorên wê hatibin kirin jî. Ev doz ji bo malbatên qurbaniyan wekî hêviyekê tê dîtin daku edalet li dijî kiryarên rejîma berê ya Sûriyeyê pêk were.