PeyamaKurd- Şîrketa lêkolînê ya bi navê Harvard CAPS/Harris Pol, bi sedema ku hilbijartina Amerîkayê nêze û dê di sala 2020an de çêbibe, raporekî di derbarê raya giştî ya Amerîka de ku çendîn destekê didin Trump, belav kir.
Hilbijêrên ku qeydiyên wan hene, ji %48 ê wan,destekê didin xebatên ku Trump dike û %52 yê wan li dij dertên. Li gor raporê; ji hezîrana sala 2017an heya niha, ev destek di asta herî bilind de ye. Kesên ku tevlî anketê bûne %39 ê wan diyar kirine ku sedema deng didin Trump ew e ku aboriya Amerîkayê ber bi başiyê de diçe. Di mijara rêjeyan de serokê şîrketa lêkolînê Mark Penn weha got:
“Fikrên mirovan yên di derbarê aboriyê de, dikin ku jimara destekvanên Trump hêdî hêdî zêde bibin. Li rex aboriyê tevgerên Trump yên di derbarê Çînê û koçberiyê de, nisbeta dengan zêdetir dike. Zêdebûna di navbera %45 û 50, îhtîmala hilbijartina Trumpî zêdetir dike.
Lê li aliyê dinê şîrketa anketan ya bi navê "RealClearPolitics" ku malpera wan heye, anketekî çêkiriye û li gor encama anketê; destekvanên Trump %42 ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin