Li Awrûpa polîs bo koçberan siddetê bikartîne

Li Awrûpa polîs bo koçberan siddetê bikartîne

PeyamaKurd- Li Gor lêkolîneka ku li Belçîkayê hatiye kirin, li welatê Belçîkayê ji her 4 koçberan 1 ji wan dikeve ber şiddeta polîs. Hat ragihandin ku dewleta Belçîkayê ti carî guh nade bangên Konseya Awrûpa û rêxistinên mirovî.

Li gor lêkolîneka ku ji aliyê Medecins du Monde (Doktorên Dinyayê) de hatiye kirin; li Belçîkayê ji 4 koçberan yek dikeve ber şiddeta polîs. Ciyê ku herî şiddet lê çêdibe, di nava Yekîtiya Awrûpa de, dilê Awrûpayê li Brukselê, li Parka Maximilienê ye, ku tê de li dora 700 û 800 koçber dijîn.

Di nava sîstema şiddetê de şîddeta psikolojîk heye û di nava şîddeta bedenî de kulm, pihîn, jop, şikandina telefonan, dizîya peran û tevgerên şowenîst hene. Polîs cilên koçberan ji wan datîne û bi ûcba li ser wan digere, muqedesatên wan binpê dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin