PeyamaKurd- Li Sûriyê li bajarê Derayê konvoya ewilî ya ku ji leşkerên muxalif û sîvîlan pêk te, ber bi bajarê Îdlîbê ve birêket.
Li başûrê Sûriyê li bajarê Derayê muxalifên ku bi navbeynkariya Rûsyayê bi Beşer Esed re li hev nekirin, mecbûr man ku terka Derayê bikin. Konvoya ku ji 15 otobusan pêk tê, di navê de 700 kes hene.
Piştî peymana navbera Rûsya-Sûriye û muxalifan; ji aliyê muxalifan de beyanek hatibû dayîn ku di dema koça muxalifan de, rejîm û Rûsya, ew kesên ku xwestibûn ber bi bakûr de herin, rêya wan asteng kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin