PeyamaKurd- Li rojavaye Yûnanistanê di Behra İyonê de tekneya ku koçberan dibir noqav bû û di encamê de 12 kes mirin lê 21 kes jî hatin rizgarkirin . Ajansa Yûnanistanê ya bi navê ANA-MPA yê ragihand ku ji girava Paksosê bi 13 mîl dûr li telefona acilê ya 112 an geriyane û tîmên rizgarkirinê çûne ciyê bûyerê. Heya niha cesedê 12 kesan derxistine.
Texmîna ku têkirin li dora 50 kesî di teknê de hebûne û hêjî ji hewa û behrê de xebatên rizgarkirinê dewam dikin ji ber kes nizane bê di teknê de çend kes hebûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin