PeyamaKurd - Li bajarê Torontoyê yê Kanadayê, li pêşiya Konsolosxaneya DYAyê êrîşeke bi çekan pêk hat.
Piştî bûyerê gelek tîmên polîsan sewqî herêmê bûn û cihê bûyerê hate dorpêçandin.
Polîsan eşkere kir ku li pêşiya avahiya li University Avenue bermahî û delîlên guleyan hatine dîtin û wesayîteke spî ji cihê bûyerê reviyaye.
Di vê bûyerê de tu kuştî an birîndar nînin û hat gotin ku heman konsulosxane beriya niha di 10ê Adarê de jî bûye armanca guleyan.