PeyamaKurd - Xwepêşanderên Besrayê hejmarek saziyên hikûmî û avahiyên partiyan û dezgehên ragihandinê yên li parêzgeha Besrayê şewitandin.
Hat ragihandin ku hejmarek saziyên hikûmî, avahiyên partiyan û dezgehên ragihandinê li Besrayê hatin şewitandin, çavkaniyên herêmî behsa wê yekê jî dikin ku cihên hatine şewitandin, xaniyê parêzgar, avahiya Rêxistina Bedr, avahiya radyoya Nexîl, avahiya Encûmena Bilind a Îslamî, avahiya Partiya De’we, avahiya kanala El Iraqiye, kanala Xedîr, ofîsa Parlementerê Hevpeymaniya Feth Falih Xezelî, mala Serokê Encûmena Parêzgeha Besrayê yê bi Wekalet, avahiya Partiya Fezîle, avahiya Esayîbê Ehlê Heq, Dîwana Parêzgeha Besrayê ne.
Xwepêşanderên Besrayê ber bi du arasteyên ciyawaz daketine cadeyên Besrayê û agir vêxistine.” Li gor agahiyên Rûdawê parve kirî hejmara kuştî û birîndaran li gor amarên nefermî 8 kes hatin kuştin û 100 kes jî birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin