PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Çarşemê serpereştiya civînekê li ser têkoşîna tundiya li dijî jinan kir.
Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û hejmarek ji wezîrên pêwendîdar amade bûn, tevî nîşandana nîgeraniya li ber bûyerên tundiya li dijî jinan û tundiya li dijî malbatan bi giştî, li ser rêkarên rûbirûbûn û sînordarkirina wê diyardeya nerast gotûbêj hat kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi parastin û dakokîkirina li mafên jinan û rûbirûbûna tundiyê bi giştî û bi taybetî li hember jinan dûpat kiriye bi rêya bihêzkirina pêgeha jinan li nav hikûmet û civak û dabînkirina derfetên kar û cîbicîkirina yasayan û bihêzkirin û bêtir aktîvkirina rola dadgehan û desteserkirin û cezakirina wan tawanbarên ku tundiyê encam didin.
Di civînê de çend biryar û rasparde ji bo sînordarkirina tundiya dijî jinan hatin gotûbêjkirin. Li ser vê yekê ji dezgehên ragihandinê hat xwestin ku alîkar bibin û rola xwe ya girîng di têkoşîna tundiyê de û di pêşvebirina hişyariya civakî de bilîzin û nebin sekoyek ji bo handana tundiyê û zêdebûna diyardeya nexwestî ya civakî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin