Mesrûr Barzanî: Divê kabîne û parlamena Kurdistanê bilez bên avakirin

Mesrûr Barzanî: Divê kabîne û parlamena Kurdistanê bilez bên avakirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî, daxuyaniyek derbarê hevdîtina xwe ya ligel Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê de parve kir. Barzanî di peyama xwe de dilxweşiya xwe ya ji bo vê hevdîtina dîplomatîk anî zimên û destnîşan kir ku ev pêngav ji bo destpêkirina qonaxeke nû ya hevpeymaniya stratejîk a di navbera Hewlêr û Washingtonê de giring e.

Mesrûr Barzanî hûrguliyên daxwaz û mijarên ku di civînê de pêşkêşî şandeya Amerîkayê kirine, wiha rêz kirin:

Barzanî spasiya piştgiriya berdewam a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û dostaniya Serok Donald Trump a ligel gelê Kurdistanê kir.

Di rûniştinê de tekezî li ser pêşxistina bazirganiyê, hinardekirina veberhênanên di warê enerjiyê de û her wiha pabendbûna bi destûrê hat kirin, daku hikûmeta federal a Bexdayê xizmetguzariyên wekhev pêşkêşî hemû pêkhateyên Îraqê bike.

Serokwezîr  bal kişand ser rewşa siyasî ya navxweyî ya Kurdistanê û got: "Me destnîşan kir ku divê Parlamana Kurdistanê were çalakirin, kabîneya nû ya hikûmeta herêmê were avakirin û ev xetm û aloziya siyasî di demeke herî kurt de bi dawî bibe."